Neviyê Nelson Mandela: Me ji şoreş û berxwedana gelê Kurd wane wergirtiye

Neviyê Nelson Mandela, Dr. Siyabulela Mandela di serdana xwe ya Helebce û monumenta şehîdan de ragihand, bapîrê wî Nelson Mandela, gelê Kurd wek beşek ji gelê xwe didît.

Hewlêr (K24) – Neviyê Nelson Mandela, Dr. Siyabulela Mandela di serdana xwe ya Helebce û monumenta şehîdan de ragihand, bapîrê wî Nelson Mandela, gelê Kurd wek beşek ji gelê xwe didît û azadiya welatê xwe bi azadiya Kurdistanê û azadiya gelên çewisandî ve girê daye.

Dr. Siyabulela Mandela li bajarê Helebceyê diyar kir, gelê Kurdistanê û Efrîqa dîrokeke wan a hevbeş heye û gelek wane ji şoreş û berxwedanên gelê Kurd fêr bûne.

Neviyê Nelson Mandela dibêje: “Mandela her dem gelê Kurdistanê wek beşek ji xwe dîtiye, loma dema di sala 1990î de Mandela hat azadkirin, ragihand, me azadiya xwe bi temamî bi dest nexistiye, heta wê dema ku xelkê Kurdistanê û hemû gelên li cîhanê têne çewisandin, negihin azadiya temam.”

Herwiha eşkere kir: “Ji bo min û Mandela û hemû civaka Efrîqaya Başûr, baweriya me wisa ye ku divê mafê xwerêvebirina gelê Kurd hebe.”

Dr. Siyabulela Mandela got: “Me bi dirêjahiya dîrokê, ji şoreş û berxwedanên gelê Kurd wane wergirtiye. Ji aliyê siyasî ve jî pêwendiyeke baş di navbera Efrîqaya Başûr û Rojhilata Navîn heye, bi taybetî ligel Kurdistan û Filistînê, çimkî em di wê baweriyê de ne ku gelê Kurdistanê û Filistînê beşek in ji gelê me.”