Soylu amarên nû yên qurbaniyên erdhejê aşkere kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu diyar kir, ji ber erdhejên 6’ê Sibatê, heta niha 45 hezar û 968 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezîrê Navxwe ya Tirkiyê Suleyman Soylu li Navenda Koordînasyona AFADê li Hatayê di konferanseke rojnamevanî de ragihand, hejmara kesên ji ber erdhejê canê xwe ji dest dane, gihîşt 45 hezar û 968 kesan, ji nava wan jî 4 hezar û 267 Sûrî ne.

Derbarê gotegotên derketina krîza avê li Hatayê de, Soylu got: “Aşkere ye ku bi mebestên siyasî, hewl tên dayîn ku hevalên me yên li vir bêhêvî bikin.”

Sibeha roja 6ê Sibata 2023an li navçeyên Pazarcix û Elbîstanê yên parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê 2 erdhejên bi hêza 7,7 û 7,6 rû dabûn, ji ber erdhejê jî bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê jî hejmarek mezin ji avahiyan hilweşiyan, niha xebata lêgerîn û rizgarkirinê bi dawî bûne. û kar ji bo rakirina paşmayan tên kirin.