Li Semsûr, Qeyserî û Samsûnê erdhej qewimîn

Li navçeya Sîncîk a Semsûrê bi hêza 4.1, li navçeya Hacîlar a Qeyseriyê bi hêza 4.8 û li navçeya Çarşamba ya Samsûnê jî bi hêza 4 pile, erhej qewimîn.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li navçeya Sîncîk a Semsûrê bi hêza 4.1, li navçeya Hacîlar a Qeyseriyê bi hêza 4.8 û li navçeya Çarşamba ya Samsûnê jî bi hêza 4 pile, erhej qewimîn.

Li gor zanyariyên li ser malpera Serokatiya Rêvebirina Rewşa Bilez û Karesatan (AFAD) li navçeya Sîncîk a Semsûrê bi hêza 4.1 erdhejeke nû rûda.

Hat eşkerekirin ku erdheja li Semsûrê 7,24 kîlometre di bin erdê de qewimiye.

Li navçeya Hacîlar a ser bi parêzgeha Qeyseriyê, bi hêza 4.8 pile û 7 kîlometre di bin erdê de erdhejekê rûdaye.

Herwiha li navçeya Çarşamba ya ser bi parêzgeha Samsûnê jî, bi hêza 4 pile û di kûrahiya 19,26 kîlometre di bin deryayê de erdhej qewimiye.