Asta ava çemê Feratê bi awayekî berçav daketiye

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan çend wêne belav kirin ku rewşa çemê Feratê nîşan dide û ji ber çêkirina bendavan li Tirkiyê, çem ziwa dibe.

Navenda Nûçeyan (K24) – Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan çend wêne belav kirin ku rewşa çemê Feratê nîşan dide û ji ber çêkirina bendavan li Tirkiyê, çem ziwa dibe.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan li ser hesabê xwe yê Twitterê çend wêne belav kirine û ragihandiye: “Kêmbûn û pîsbûna ava çemê Feratê li bajarê Reqa yê Sûriyê.”

Di wêneyan de daketina asta avê bi awayekî berçav diyar e, heta wê radeyê binê çem xuya dike, ev ji bilî hebûna plastîk û kîsên ku çem pîs kirine.

Ajansa AFPê di meha Sibata sala borî de di raporteke xwe de bal kişandibû ser daketina asta çemên Dîcle û Feratê li başûrê Iraqê.

Bexdayê çendîn car Tirkiye û Îran tohmetbar kiriye ku ji ber avakirina bendavan li wan herdu welatan, ava çemên Dîcle û Feratê kêm bûye.