Mesrûr Barzanî bi boneya cejna Newrozê daxwazekê arasteyî tîma wezîran a YNKê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamek bi boneya hatina cejna Newrozê belav kir û tê de daxwaz ji Cîgirê Serokwezîr û tîma wezîrên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) kir ku piştî bidawîhatina betlaneya Newrozê vegerin civînên Encûmena Wezîran, ji bo gotûbêjkirina hemû pirsgirêkan di cihê xwe yê fermî de.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got: “Bi boneya hatina cejna Newrozê û sersala nû ya gelê Kurdî, germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî hemû gelê Kurdistanê, bi taybetî Pêşmergeyên qehreman, hêzên ewlekariya navxweyî û malbatên serbilind ên şehîdan û qurbaniyên Enfalê dikim. Hêvîdar im hûn cejnên xwe di nav xweşî û aramiyê de derbas bikin. Di heman demê de daxwaz ji welatiyan dikim ku di geştên xwe de pakiya jîngeh û sirûşta bedew a Kurdistanê biparêzin. Her wiha pabendî rênimayên trafîkê bin û ji lezbûnê dûr bikevin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez kir: “Newroz sembola yekîtî, serketin û azadiya gelê Kurdistanê ye. Bi vê boneyê em tekezî li ser tebayî û yekhelwestiya gelê Kurdistanê ji bo parastina destkeftên netewî û parastina mafên xwe yên destûrî dikin. Her bi vê boneyê ji bo berjewendiya giştî û ji bo nehîştina nîgeraniyên welatiyên me û afirandina atmosferek erênî, daxwaz ji Cîgirê Serokwezîr û tîma wezîrên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) dikim ku piştî bidawîhatina betlaneya Newrozê vegerin civînên Encûmena Wezîran, ji bo gotûbêjkirina hemû pirsgirêkan di cihê xwe yê fermî de û bi hev re kar ji bo xizmetkirina gelê Kurdistanê û cîbicîkirina bernameya Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di dawiya peyama xwe de jî got: “Cejna Newrozê li we hemûyan pîroz be û bila Kurdistan hertim di nav aramî, bextewarî û pêşketinê de be.”