Li Hamayê 2 mayîn teqiyan: 22 kuştî û birîndar

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber teqîna du mayînan li gundewarê rojhilatê Hemayê, 10 kesan canê xwe ji dest dan û 12 kesên din jî birîndar bûn.

Medyaya Sûriyê ragihand, mînek ji paşmayên DAIŞê li zeviyên gundê El-Musterîha li gundewarê rojhilatê bajarê Selamiyê teqiya û di encamê de 9 welatiyên ku li dumbelan digeriya hatin kuştin û 2 kesên din jî birîndar bûn.

Da zanîn jî, kuştî û birîndar ji bo Nexweşxaneya Niştimanî ya Selamiyê hatin veguhestin.

Hat ragihandin jî, mîneke din li rojhilatê bajarê Selamiyê teqiya, di encamê de welatiyekî ku li dumbelan digeriyan canê xwe ji dest da û 10 kesên din jî birîndar bûn.

Di dema borî gelek caran bombe û mayînên ku ji aliyê DAIŞê ve li beyabana Sûriyê hatine çandin, di welatiyên ku li kuvark û dumbelanan digerin de teqiyan û hejmarek kes bûne qurbanî.