Hikûmeta Herêmê: Hewldanên me ji bo yekxistina hêzên Pêşmerge didomin

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, hewldanên Kabîneya Nehem ji bo yekxistina hêzên Pêşmerge berdewam in.

Hewlêr (K24) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, hewldanên Kabîneya Nehem ji bo yekxistina hêzên Pêşmerge berdewam in.

Fermangeha Medya û Zanyarî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, bi mebesta niştimanîkirina hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê, lijneyek ji Rêveberiya Giştî ya Takekes û Xwebexşan li Wezareta Pêşmerge ji bo encamdana çavpêketin, pişkinîna bijîşkî, dirustkirina dosyeya kesî, polênkirin û cudakirinê pêk hatiye.

Di daxuyaniya Fermangeha Medya û Zanyarî de hat destnîşankirin, li gor biryara civîna Encûmena Berevanî ya Wezareta Pêşmerge, komek rênima û mercên taybet bi wan mijaran hatine danîn, ku divê li ber çavan werin derbaskirin, yek ji wan mercan jî temen e û li gor yasayên serbazî divê temen guncaw be.

Herwiha hat diyarkirin ku her yek ji lîwayên 17, 18, 19, 21, 22 yên yekîneyên 70 û 80, hemû rêkarên wan ên serbazî bo ser mîlaka Wezareta Pêşmerge temam bûye û hatine veguhestin.

Fermangeha Medya û Zanyarî diyar kir, ji bo destbikarkirin, lîwaya 20 çaverêya budceyê ye ji Bexdayê, da ku wek lîwayeke hevbeş were cudakirin, ji bilî wê her yek ji lîwayên 23, 24, 26 û 28ê piyade hêzên Pêşmerge, hemû rêkarên serbazî ji bo veguhestina wan bo ser mîlaka Wezareta Pêşmerge temam bûye û bi biryareke taybet hatiye bilindkirin û lîwaya 27 jî %70 karên wê temam bûye.

Herwiha eşkere kir, Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdsitanê, 10 xwendekar li Koleja Firokevanî ya Bexdayê ji bo xula 80 ya hêzên asmanî ya Iraqê, hatin destnîşankirin.