Sibe li Moskowê civîna wezîrên derve yên Rûsya, Tirkiye, Îran û Sûriyê dê birêve biçe

Wezareta Derve ya Rûsyayê
Wezareta Derve ya Rûsyayê

Navenda Nûçeyan (K24) – Jêderek ji Wezareta Derve ya Rûsyayê amaje bi rêzecivînên şêwirmendan dike li Moskowê, wek amadekariya ji bo civîneke berfireh a wezîrên derve yên Rûsya, Tirkiye, Îran û Sûriyê.

Jêderê Wezareta Derve ya Rûsyayê diyar kiriye ku îro duşemê 3ê Nîsana 2023an, civîneke dualî di navbera şandên Wezareta Derve ya Rûsyayê û Wezareta Derve ya Sûriyê de li nav Wezareta Derve ya Rûsyayê hatiye encamdan, wek amadekariyek ji bo civîna çaralî ku biryar e sibe Sêşemê 4ê Nîsana 2023an birêve biçe.

Ji aliyê xwe veî Alîkarê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Eymen Sosan diyar kiriye ku divê Tirkiye ji axa Sûriyê derkeve û hebûna Tirkiyê li nav Sûriyê, wek neyasayî bi nav kiriye.

Herwiha Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mikhail Bogdanov cardin helwesta welatê xwe dubare kiriye ku li gor gotina wî, ew bi awayekî berdewam ji bo garantîkirina rêzgirtina li serweriya Sûriyê û yekîtî û aştiya axa wê, dixebite.