Tirkiyê geştên xwe yên asmanî yên Silêmaniyê rawestand
Silêmanî (K24) – Tirkiyê geştên asmanî yên bo Balafirgeha Navdewletî ya Silêmaniyê ji bo vê mehê rawestand. Rêveberê Ragihanin û Pêwendiyên Balafirgeha Navdewletî ya Silêmaniyê ji Kurdistan24ê ragihand, ev biryar biryareke yek alî ye û wan ji Tirkiyê derbarê vê mijarê de daxuyaniyek daxwaz kiriye.
Serokê Komeleya Ofîs û Kompaniyên Geştyariyê ya Silêmaniyê Eta Ehmed ji Kurdistan24ê re ragihand, îro bi rêya emailê hatine agahdarkirin ku hemû geştên navbera Tirkiye û Silêmaniyê bo rojên 3, 4 û 5ê vê mehê hatine betalkirin.
Ji aliyê xwe ve, Rêveberê Ragihandin û Pêwendiyên Balafirgeha Navdewletî ya Silêmaniyê Dana Mihemed ji Kurdistan24ê re eşkere kir, îro hatine agahdarkirin ku hemû geştên meha Nîsanê yên navbera Silêmanî û Tirkiyê hatine betalkirin.
Derbarê sedema vê biryarê de Dana Mihemed diyar kir: “Ti daxuyaniyek negihîştiye me, me bi rêya emailê ji Tirkiyê daxwaz kiriye ku sedema vê biryarê ji me re eşkere bikin.”