Serokwezîr Mesrûr Barzanî serdana Bexdayê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 4ê Nîsana 2023an bi serokatiya şandeke bilind a hikûmetê ber bi Bexdayê ve bi rê ket.

Li gor daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî dê li Bexdayê bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanê re bicive.

Diyar kir jî, di civînê de guftûgo derbarê çareserkirina kêşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de, bi taybetî qonaxên dawî yên rêkeftina li ser dosyeya petrolê û destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê tên kirin.

Ji aliyê xwe ve jî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî li twîttera xwe nivîsî: ”Ez ji bo gotûbêjkirina qonaxên dawî yên rêkeftina me ya derbarê destpêkirina hinardekirina petrolê de, ber bi Bexdayê ve bi rê ketim.”