Reuters: Hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê di demjimêrên pêş de ji nû ve dest pê bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Ajansa “Reuters” belav kir, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta navendî îro Sêşemê rêkeftina dawîn ji bo destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê îmze dikin.

Ajansa “Reuters” li ser zarê jêderekî ji hikûmeta Iraqê belav kir, daxwazeke fermî ji Tirkiyê re hatiye şandin ku hinardekirina petrolê bi rêya boriya Ceyhanê re ji nû ve dest pê bike û di çend demjimêrên bê de, proseya hinardekirina petrolê dest pê dike.

Ev nûçeya “Reuters” hevdem e ligel, serdana îro ya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi serokatiya şandeke bilind a hikûmetê bo Bexdayê ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî dê bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanê re bicive.

Li gorî daxuyaniyeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civînê de guftûgo derbarê çareserkirina kêşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de, bi taybetî qonaxên dawî yên rêkeftina li ser dosyeya petrolê û destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê tên kirin.

Ji aliyê xwe ve jî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî li twîttera xwe nivîsî: ”Ez ji bo gotûbêjkirina qonaxên dawî yên rêkeftina me ya derbarê destpêkirina hinardekirina petrolê de, ber bi Bexdayê ve bi rê ketim.”