Wezareta Derve ya Amerîkayê bo Erdogan: Balyozên me dikarin bi aliyên siyasî re bicivin

Jake Flake û Kemal Kiliçdaroglu
Jake Flake û Kemal Kiliçdaroglu

Navenda Nûçeyan (K24) – Amerîka bersiva Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan dide û radigihîne, balyozên wan dikarin bi partiyên din ên siyasî re bicivin.

Wezareta Derve ya Amerîkayê, bersiva nerazîbûna Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ya derbarê hevdîtina Balyozê Amerîkayê yê li Enqerê bi Serokê CHPê re da û ragihand, asayî ye ku balyozên wan bi aliyên din ên siyasî re bicivin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Derve ya Amerîkayê, balyozên Amerîkayê dikarin bi endamên hikûmetê, partiyên siyasî û saziyên sivîl re hevdîtinan bikin.

Di 29ê Adarê de Balyozê Amerîkayê yê li Enqereyê Jake Flake serdana namzedê Hevpeymaniya Millet bo postê Serokomariya Tirkiyê Kemal Kiliçdaroglu kiribû.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan jî nerazîbûn li hember vê hevdîtina Flake û Kiliçdaroglu nîşan da û got ku deriyên wî ji Balyozê Amerîka re girtî ne û divê ew sînorê xwe nas bike.