Mesrûr Barzanî: Ev şêweyê nû yê hinardekirina petrolê Herêmê dahata Iraqê zêdetir dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî radigihîne, Rêkeftina di navbera Hewlêr û Bexdayê de ji bo hemû Iraqê giring e.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di konferansa rojnamevanî ya ligel Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî de ragihand, “Rêkeftina di navbera Hewlêr û Bexdayê de ji bo hemû Iraqê giring e. Ez destxweşiyê li Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî dikim ji ber vê rêkeftinê. Dixwazim pîrozbahiyê li hemû gelê Iraqê û Herêma Kurdistanê bikim ji bo rêkeftina giring. Hêvîdar im ev rêkeftin bibe bingehek ji bo çareserkirina kêşeyên hilawîstî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û bibe sedema pesendkirina projeyasayên bûdce û petrol û gazê li Parlamentoya Iraqê.”

Serokwezîr MesrûrBarzanî got Jî: “Piştî rawestandina petrola Herêma Kurdistanê, ziyan ne tenê li xelkê Herêma Kurdistanê bû, lê belê ziyan gihîşt tevahiya gelê Iraqê. Ev şêweyê nû yê hinardekirina petrolê Herêmê, dahata Iraqê zêdetir dike û em hemû dê sûdmend bin.”

Her wiha got: “Dixwazim hemû aliyan dilniya bikim ku mebesta me ji destpêkê ve ew bû ku em bigihin rêkeftineke baş di navbera Hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê de, bêyî ku dest ji ti mafên xwe yên destûrî berdin. Ev rêkeftin, bihêzkirina pêwendiyên di navbera Hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê de ye li ser bingeha destûr û yasayên heyî.

Di beşeke din a axaftina xwe de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Ez dixwazim spasiya Serok Barzanî dikim ji bo piştevaniya wî ya berdewam bo me. Ez dixwazim spasiya Serokê Herêma Kurdistanê bikim ji bo berdewamiya piştevaniya vê proseyê û spasiya hemû kesên ku roleke erênî di serxistina vê proseyê de hebûye. Ez dixwazim spasiya şanda Hikûmeta Iraqê bikim ji bo piştevaniya wan ji rêkeftina ligel şanda Herêma Kurdistanê re. Her wiha dixwazim spasiya şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikim ku ji bo berjewendiya hemû îraqiyan bi awayekî gelek berfireh ev gotûbêj birêve birin.”

Mesrûr Barzanî got: “Ez bawer im vê carê jî bi amadebûna cenabê Serokwezîr dê ev rêkeftin wek xwe were cîbicîkirin. Hêvîdar im ew tîmên ku bo çareserkirina kêşeyên teknîkî yên vê rêkeftinê hatine erkdarkirin, bilez bikin ji bo temamkirina vê proseyê, ji bo xelkê Iraq û Herêma Kurdistanê zirarê nebînin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got: “Ew pabendbûna ku hemû alî nîşan didin, hêvîdar im gerentiya wê be ku ev rêkevtin wek xwe were cîbicîkirin û ez bawer im ku ev yek dê bibe destpêkek baştir ji bo hemû hevkarî û xebata hevbeş.  Wek cenabê Serokwezîr gotiye, êdî em behsa pirsgirêkan nekin, lê belê behsa wan derfetên ku di paşerojê de di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta federal de hene, bikin ku di berjewendiya gelê Iraqê de be.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Careke din spasiya Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî dikim ku bi rastî jî wek serokwezîrê hemû Iraqê, berjewendiyên hemû gelên Iraqê û Herêma Kurdistanê jî di nav de li ber çavan girtiye û di bin çavdêriya wî de ev rêkeftin hatiye kirin, ez hêvîdar im û bawer im dê sûda wê ji hemû Iraqê re bike.”