Mesrûr Barzanî û Sûdanî civiyan; hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê dest pê dike

Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî rêkeftina destpêkirina hinardekirina petrolê hat îmzekirin.

Hewlêr (K24) – Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî rêkeftina destpêkirina hinardekirina petrolê hat îmzekirin.

Îro Sêşemê 4ê Nîsana 2023an, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li Bexdayê ligel Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî civiya.

Di civînê de li ser çareserkirina kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal gotûbêj hat kirin, herwiha li ser destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê rêkeftin hat kirin, ku rêkeftineke demkî ye heta pesendkirina yasaya budceya giştî ya federal yan yasaya petrol û gazê.

Di civînê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekezî li cîbicîkirina rêkeftinê wek xwe û di nêzîktirîn derfetê de kiriye, da ku bibe bingehek ji bo bihêzkirina giyanê hevbeşî û kûrkirina baweriyê di navbera herdu aliyan de.

Serokwezîrê Iraqê hêviya xwe anî ziman ku ev rêkeftin bibe destpêkek ji bo çareserkirina hemû kêşeyan û got: “Berjewendiya me di cîbicîkirina destûr û parastina berjewendiya hemû iraqiyan e.”

Herwiha eşkere kir ku ev rêkeftin, dibe bingehek ji bo cîbicîkirina herdu yasayên budceya giştî ya federal û yasaya petrol û gazê ya federal bi giyanekî hevbeş, piştî pesendkirina wan.

Piştre bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Iraqê, di merasîmekê de, rêkeftina destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi awayekî hevbeş hat îmzekirin.

Dûre herdu aliyan konferanseke rojnamevanî ya hevbeş encam dan û tê de behsa hûrgiriyên rêkeftinê kirin û bersiva pirsên hejmarek ji rojnamevanan dan.

Biryar e li gor rêkeftinê, hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya Bendera Ceyhanê ya Tirkiyê dest pê bike.