Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Rêkeftina me dê bibe bingehek ji bo serdemeke nû

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li ser rêkeftina navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê ya derbarê dubare hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê de peyamek belav kir.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser rêkeftina navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê ya derbarê dubare hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê de peyamek belav kir û ragihand: “Îro me ligel Serokwezîrê Federal Birêz Mihemed Şiya Sûdanî ji bo hinardekirina petrolê, rêkeftinek îmze kir ku dê bibe bingehek ji bo serdemeke nû ya hevkariya bihêz û berdewam a di navbera Hewlêr û Bexdayê de.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî destnîşan kir ku Kêşe û astengiyên van demên dawî yên li ber hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê, ziyanê bi hemû welat gihandiye.

Peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê wiha ye:

Îro me ligel Serokwezîrê Federal Birêz Mihemed Şiya Sûdanî ji bo hinardekirina petrolê, rêkeftinek îmze kir ku dê bibe bingehek ji bo serdemeke nû ya hevkariya bihêz û berdewam a di navbera Hewlêr û Bexdayê de.

Min di civîna me ya Bexdayê de spasiya serokwezîr kir ji bo serkirdetiya wî û rola wî sereke di nûbûna hevkariya di navbera me de. Ev rêkeftin xizmeta berjewendiya hemû welêt dike bi Herêma Kurdistanê ve jî. Em herdu alî hevnêrîn in ku niha çarçoveyeke me heye ji bo reşnivîsa yasaya budceya federal, herwiha dibe ku di siberojeke nêzîk de li ser yasayeke nû ya federal a derbarê petrol û gazê de gotûbêj dest pê bikin.

Kêşe û astengiyên van demên dawî yên li ber hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê, ziyanê bi hemû welat gihandiye. Lê belê ev rêkeftin, dibe sedema wê yekê ku dahata gelek pêwîst desteber bike. Helwesta me her dem karkirin bû ligel Iraqê ji bo gihîştina rêkeftinekê ku di çarçoveya destûrê de rêz li mafên me were girtin. Bêguman rola diyar û girîng a Serokwezîrê Federal, hêzeke taybet bi vê rêkeftinê dibexşîne.

Ji îro şûnde, pêwendiyên me ligel Bexdayê bihêztir dibe û em dikarin dest bi serdemeke nû ya bawerî û hevkariyê bikin. Her wek Birêz Serokwezîrê Federal ragihand, niha divê tekeziya me li ser berfirehkirina derfetên hevkarî û hevahengiya navbera Bexda û Hewlêrê be, bi awayekî ku sûda wê ji bo hemû gelê Iraqê hebe.

Ez spasiya Cenabê Serok Mesûd Barzanî dikim ji ber rola wî ya girîng û piştevaniya wî ya berdewam, herwiha spasiya Serokê Herêma Kurdistanê Birêz Nêçîrvan Barzanî dikim ji ber piştevaniya wî. Spasiya şanda teknîkî ya herdu aliyan jî dikim ji ber erk û xebata wan a çend hefteyên borî, ku bi awayekî gelek sift xebitîn, da ku van gotûbêjan bigihînin encamê û ez hêvîdar im di berjewendiya xelkê Herêma Kurdistanê û hemû xelkê Iraqê de be.

Mesrûr Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê

4/4/2023