Civîna Çaralî ya li Moskoyê: Sûriyê xwest ku Tirkiye ji nava axa wê derkeve

Navenda Nûçeyan (K24) – Di Civîna Çaralî ya ku bi beşdariya Tirkiye, Îran, Rûsya û Sûriyeyê hatiye lidarxistin de, şanda Sûriyê tekezî li ser vekişandina temamî ya Tirkiyê ji nava welatê xwe kir.

Hevdîtinên ji 2 rojan ve li Mosko, paytexta Rûsyayê hatibûn lidarxistin, bi dawî bûn. Li gorî nûçeya “AA”, di civîna li asta cîgirên wezîrên derve yên aliyan de ku tê de Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî amade bû, li ser amadekariyên civîna li ser asta wezîrên derve hat axaftin.

Di civînê ji çapemeniyê ra girtî hat kirin de, Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ji bo Karûbarên Rojhilata Navîn û Welatên Afrîkayê Mikhaîl Bogdanov, Şêwirmendê Karûbarên Siyasî yê Wezîrê Derve yê Îranê Elî Esgar Xacî, Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûriyê Eymen Sosan û Alîkarê Wezîrê Derve yê Tirkiyê Burak Akçapar amade bûn.

Li gorî ajansa “SANA” ya Sûriyê, seroka şanda Sûriyê Sosan di axaftina xwe ya beriya lûtkeyê de ji Tirkiyê xwest ku ji herêmê vekişe.

Sosan diyar kir ku divê Tirkiye ji axa Sûriyeyê vekişe û desthilatdariya dewleta Sûriyeyê ya li ser van herêman ji nû ve bê avakirin.

Serokê Sûriyê Beşar Esed jî berê gotibû, tenê eger Tirkiye amade be hemû hêzên xwe ji bakurê Sûriyê vekişîne û rewşa beriya şerê navxweyî yê Sûriyê vegere, dê ligel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bicive.