Blinken: Amerîka tekezî li aştiyeke mayînde ya navbera Rûsya û Ukraynayê dike

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken tekezî li aştiyeke mayînde ya di navbera Rûsya û Ukraynayê de dike.

Hewlêr (K24) – Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken tekezî li aştiyeke mayînde ya di navbera Rûsya û Ukraynayê de dike.

Antony Blinken di konferanseke rojnamevanî de ragihand, nabe aştî ji bo wê yekê be ku Rûsya derfet werbigre û hêzên xwe rêk bixe û dubare şer derxîne.

Blinken herwiha diyar kir: “Amerîka û hevpeymanên Ukraynayê piştevaniya her cûre hewldaneke dîplomasiyê ji bo bidestxistina aştiyê dikin, lê belê ne ku her cûre aştiyel, divê aştiyeke dadperwerane û li gor carnameya Neteweyên Yekgirtî be, rêz li serwerî û yekparçeyiya axa Ukraynayê were girtin û aştiyeke herdemî be, baweriyê bide ku ne ji bo wê yekê be ku Rûsya derfetê bibîne û hêzên xwe rêk bixe û dubare di demeke din de şer derxîne.”

Roja 24ê Sibata 2022an, bi fermana Serokê Rûsyayê Vladimir Putin êrîşî axa Ukraynayê hat kirin û ji ber şer bi hezaran kes ji serbaz û welatiyan hatin kuştin û bi milyonan Ukraynî jî awareyên weltên Ewropayê bûn, heta niha jî ew şer berdewam e.