Balafirgeha Silêmaniyê: Tirkiye rê nade geştên asmanî yên Silêmaniyê di ser welatê wan re derbas bibin

Hewlêr (K24) – Balafigeha Navdewletî ya Silêmaniyê ragihand, ji ber nedana destûrê ji bo derbasbûna balafirên Condor Airlines di ser asmanê Tirkiyê re, geştên kompaniya navborî yên navbera Silêmanî û Dusseldorf hatin betalkirin.

Îro Pêncşemê 6ê Nîsana 2023an, Balafigeha Navdewletî ya Silêmaniyê rêwiyên geşta hejmara DE 827 ya navbera Dusseldorf – Silêmanî – Dusseldorf agahdar kiriye ku ji ber nedana destûrê ji bo derbasbûna balafirên Condor Airlines di ser asmanê Tirkiyê re, geştên kompaniya navborî yên navbera Silêmanî û Dusseldorf hatin betalkirin.

Di agahdarkirinê de hatiye destnîşankirin, desthilata firokevaniyê ya Tirkiyê biryara girtina asmanê welatê xwe li ber geştên asmanî yên Balafirgeha Navdewletî ya Silêmaniyê heta 3ê Tîrmeha 2023an, der kiriye.

Herwiha hatiye eşkerekirin ku Balafigeha Navdewletî ya Silêmaniyê bi rêya pêwendiyên fermî, hewla çareserkirina vê kêşeyê û asayîkirina geştan dide.

Ji aliyê xwe ve, Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir ji Kurdistan24ê re ragihand, îro bi fermî nîgeraniya xwe li hember girtina asmanê Tirkiyê li rûyê geştên asmanî yên Balafigeha Navdewletî ya Silêmaniyê gihandine Konsulê Giştî yê Tirkiyê yê li Herêma Kurdistanê Mehmet Mevlut Yakut û daxwaz kirine ku rêya asmanî were vekirin û dest bi geştan were kirin.

Beriya niha, Berpirsê Beşa Nivîsgeh û Kompanyayên Geştiyarî ya Silêmaniyê Eta Enwer ji K24ê re ragihand, geştên asmanî yên Almanya bo Silêmaniyê hatine rawestandin.

Roja 5ê Nîsanê, Wezareta Derve ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de gotibû: “Li Silêmanî, ji ber zêdebûna çalakiyên terorê yên PKKê, zêdebûna karîgeriya wê di nava balafirgehê de ku dibe sedema gefekê li ser ewlehiya firînê, qada asmanî ya Tirkiyê ji 3yê Nîsanê pê ve, ji bo balafirên ku dadikevin Balafirgeha Navdewletî ya Silêmanî û ji wir radibin, hatiye girtin.”

Herwiha eşkere kiribû: “Di qonaxa yekem de ev biryar heta 3ê Tîrmeha 2023an dê berdewam be, piştî geşedanên ku ji nêz ve dê werin şopandin, ew dema diyarkirî, careke din dê ji ber çavan were derbaskirin.”