Artêşa Îsraîlê li dijî Xezeyê dest bi êrîşê kir

Piştî armanckirina Îsraîlê bi rêze mûşekan ku ji Lubnanê ve hatibûn arastekirin, şeva borî artêşa Îsraîlê li dijî kerta Xezeyê dest bi êrîşê kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî armanckirina Îsraîlê bi rêze mûşekan ku ji Lubnanê ve hatibûn arastekirin, şeva borî artêşa Îsraîlê li dijî kerta Xezeyê dest bi êrîşê kir.

Berdevkê Artêşa Îsraîlê daxuyaniyek belav kir û tê de eşkere kir, artêşa wan dest bi êrîşkirina ser kerta Xezeyê kiriye.

Di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin ku firokeyên şer ên Îsraîlê rêze êrîşên asmanî li dijî hejmarek armancan li kerta Xeze ya Filistînê encam dane.

Herwiha eşkere kiriye ku li Fermandariya Navendî ya Artêşa Îsraîlê ku ji Xeze û derdora wê berpirsyar e, rewşa amadebaşiyê hatiye ragihandin.

Daxuyaniya artêşa Îsraîlê diyar kiriye ku du tunel li Bêt Henûn û Xan Yûnis ên ser bi Xezeyê ku di sala 2021ê de ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hatibûn armanckirin, careke din êrîşî wan hat kirin û hatin wêrankirin.

Herwiha hatiye eşkerekirin ku du depoyên çekan ên ser bi Hemasê li bakur û navenda Xezeyê hatine armanckirin. Li ser medyaya civakî, dîmenên teqîneke mezin li navçeyê, hatine belavkirin.

Piştre Artêşa Îsraîlê ragihand ku ev êrîş bersiva binpêkirinên ewlehiyê yên Hemas û tevgera wê bûn. Heta niha ti zanyariyek derbarê qurbaniyan de nehatine belavkirin.

Polîsê Îsraîlê bi rêya bikaranîna hêzê, du şevan li ser hev rûbirûyî misilmanên li nav Mizgefta Eqsayê dibe, ev jî bûye sedema derketina aloziyan li rojhilatê Qudsê û çend bûyer li pey wê derketin holê.

Li ser vê mijarê Wezareta Derve ya Îsraîlê ragihandiye ku di êrîşê de 34 mûşek hatine avêtin. Duh danê êvarê artêşa Îsraîlê belav kir ku ji Lubnanê sê hawen arasteyî bakurê welatê wan hatine kirin.