Diyaspora Kurdî federasyoneke yekgirtî li başûrê Rûsyayê ava dike

Mosko (K24) – Kurdên Diyaspora li bajarê Stavropol ê Rûsyayê, bi armanca yekxistina komele û rêxistinên Kurdên başûrê Rûsyayê û avakirina federasyoneke yekgirtî, kom bûn.

Di civînê de serokê Dîasporaya Kurd li Sovyeta berê, Serokê Komeleya Êzdiyên Koban û Cîgirê Wezîrê Karûbarên Etnîkî li herêmê amade bûn. Ev rêxistin dixwazin bi xebatên hevpar, ziman û nasnameya xwe ya netewî li herêmên başûrê Rûsyayê biparêzin.

Berpirsê Dîaspora Kurd li Yekîtiya Sovyet a berê û Asyayê Memê Memoyî ji K24ê re got: “Tiştê girîng di konferansê de ew e ku em karibin bersiva hemû diaspora Kurd bidin. Em bi hev, bihêz in. Biryara her giring jî ew e, em komeleyên Kurd û Êzidiyan yek bixin.”

Çîn û beşên cuda yên diyaspora Kurdî di dema borî de roleke girîng di parastina nasnameya netewî ya Kurdî de lîstin û niha jî dixwazin li kêleka hev xizmeta ziman û çanda Kurdî bikin.

Aktîvîst û beşdarê civînê Kelem Sadîkevna Nadirova wiha got: “Ez mamosteya zimanê Kurdî me, ez dixwazim zarok û neviyên min û hemû zarokên Kurd bi Kurdî biaxivin."

Cîgirê Wezîrê Derve yê Herêma Stavrepolê di civînê de beşdar bû û kêfxweşî û piştevaniya xwe ji bo Kurdên diyasporayê nîşan da.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Herêma Kurdistanê Sergey Ziniyev ji K24ê re ragihand: “Ji bo me girîng e ku ev civîn li herêma Stavropolê were lidarxistin. Ji ber ku herêma me wek cihê dostanî, aştî û yekîtiya gelan tê naskirin. Em hevkarî û piştgiriya avakirina vê rêxistina nû dikin. Erkê me bi fermana serokatî û parêzgarê herêmê ew e ku derfetan ji bo parastina ziman, çand û kelepûra neteweyan biafirînin, ji ber ku hêza me bi hebûna pirneteweyan li herêmê ye.”

Beşdarên civînê gelek mijarên girêdayî diyasporaya Kurdî li Rûsyayê gotûbêj kirin û nûner û serokên komeleyan li hev kirin ku rêxistinên başûrê Rûsyayê ji bo xizmeta ziman û nasnameya xwe ya netewî bikin yek.