Li Agiriyê erdhejek bi hêza 4.3 pileyan rû da

Navenda Nûçeyan (K24) – Navenda Erdhejê ya Kandilli bi daxuyaniyekê ragihand, li navçeya Bazîdê ya Agiriyê bi hêza 4.3 pileyan erdhejek rû da.

Diyar kir jî, erdhej di demjimêr 01.30 de û 1.8 kîlometre di bin erdê de rû daye.

Her îro jî erdhejeke bi hêza 4 pileyan li gorî pîvera Richterê li navçeya Dulkadiroglu ya Mereşê bû jî rû dabû.

Piştî erdhejên wêranker 6ê Sibata 2023an li Mereşê ku di encamê de zêdetirî 50 hezar kesan canê xwe ji dest dan, heta niha paşlerze berdewam in.