Wezîrê Derve yê Misirê serdana Tirkiyê dike

Wezareta Derve ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihand, sibe Pêncşemê, Wezîrê Derve yê Misirê Samîh Şukrî bi fermî serdana Tirkiyê dike û ligel Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu bicive.

Navenda Nûçeyan (K24) – Deh sal bûn pêwendiyên navbera Tirkiye û Misirê ji ber ji kar dûrxistina Serokê wê demê yê Misirê Mihemed Mûrsî aloz bûn, lê belê erdheja 6ê Sibatê bû sedema cardin dirustkirina pêwendiyên navbera herdu welatan.

Îro Çarşemê 12ê Nîsana 2023an, Wezareta Derve ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihand, sibe Pêncşemê, Wezîrê Derve yê Misirê Samîh Şukrî bi fermî serdana Tirkiyê dike û ligel Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu bicive.

Daxuyaniya Wezareta Derve ya Tirkiyê diyar kiriye ku di civîna navbera herdu aliyan de, pêwendiyên Enqere û Qahîre dê werin gotûbêjkirin û piştî civînê jî konferansa rojnamevanî were encamdan.

Ev serdana Samîh Şukrî bo Tirkiyê di demekê de ye ku pêwendiyên Enqere û Qahîreyê ji sala 2013an ve û piştî dûrxistina Serokê wê demê yê Misirê Mihemed Mûrsî, aloz bû, piştî 10 salan herdu aliyan dest bi asayîkirina pêwendiyên xwe kirine.