Dayîka şehîdên Cindirêsê: Divê grûpên çekdar ji navçeyê derkevin

Yasmîn Mistefa Çiqal, hevjîn û dayîka şehîdên Cindirêsê ku ji aliyê çekdarên grûpa Ceyş El-Şerqiye ve ji ber vêxistina agirê Newrozê hatin şehîdkirin, ji Kurdistan24ê re ragihand, ti encamek derbarê darizandina tawanbaran de derneketiye.
kurdistan24.net

Hewlêr (K24) – Yasmîn Mistefa Çiqal, hevjîn û dayîka şehîdên Cindirêsê ku ji aliyê çekdarên grûpa Ceyş El-Şerqiye ve ji ber vêxistina agirê Newrozê hatin şehîdkirin, ji Kurdistan24ê re ragihand,  ti encamek derbarê darizandina tawanbaran de derneketiye.

Yasmîn Mistefa Çiqal ji Cindirêsê beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û ragihand, têkiliya malbata wan bi siyasetê tune ye û roja Newrozê tenê agirekî biçûk li ber deriyê mala xwe vêxistine û çekdarên grûpa Ceyş El-Şerqiye hatine û bi çekên xwe êrîşî wan kirine.

Yasmîn Mistefa destnîşan dike ku ji bo dadgehîkirina tawanbaran heta niha tenê soz ji wan re hatine dayîn û ti encamek derbarê darizandina tawanbaran de derneketiye.

Dayîka şehîdan daxwaz dike ku tawanbar werin sizadan û grûpên çekdar jî ji navçeyan derkevin, ji ber ku pênc sal in ji destê grûpên çekdar êş û jan dibînin.

Yasmîn Mistefa bal dikşîne ser rewşa deverên di bin kontrola grûpên çekdar de û dibêje ku rewşa navçeyê pênc sal in gelek xirab e.

Şeva 20ê Adara 2023an li bajarokê Cindirêsê yê ser bi herêma Efrînê ve, hejmarek ji çekdarên grûpa Ceyş El-Şerqiye ji ber vêxistina agirê Newrozê, gulle li malbateke Kurd a bi navê (Pêşmerg) reşandin û di encamê de 3 bira û kurê birayekî şehîd bûn û 2 kes jî birîndar bûn.

Piştî vê tawana hovane jî, karvedanên tund, nerazîbûn û xwepêşandanên berfireh li ser asta navxwe û derve derketin, tê de xwepêşanderan ev komkujî şermezar kirin, daxwaza dadgehkirina tawanbaran li dadgeheke navdewletî kirin, her wiha daxwaza derketina çekdaran ji nava gund û bajaran kirin û rêveberiya herêma Efrînê bo xelkê herêmê yê resen bê radestkirin.