Ji ber pêwendiyên wan ên bi Rûsyayê re, Amerîka cezayan li ser 120 “kes û saziyan” disepîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Amerîkayê bi hinceta ku dorpêça li dijî Rusyayê şikandine, zêdetir ji 20 welat ceza kirin ku di nava wan de Tirkiye û Îmarat û Çîn hene.

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken ragihand, Wezaretên Darayî, Bazirganî û Derve yên Amerîkayê, bi hinceta ku dorpêça li dijî Rusyayê ya ji ber şerê Ukraynayê şikandine, zêdetir ji 20 welatan û 120 kesayet û kompanî ceza kirin.

Blinken got jî, bi hemahengî ligel Brîtanyayê, Amerîka ceza li ser torekê ku piştgîriya şikandina dorpêçên cezayan dike, sepandiye ku ji aliyê yek ji dewlemendetirîn milyarderên Rûsyayê, Alisher Usmanov ve tê birêvebirin.

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê jî ragihand ku wê jî cezayên nû li ser 25 kesayetî û 29 kompanyayan ferz kirine û armanca wan ew e ku gihîştina Rûsyayê bo sîstema darayî ya navdewletî, asteng bikin.

Aliyên ku hatine cezakirin, bi hinardekirina berhemên elektronî û bergiriya pîşesaziyê bo arteşa Rusyayê tên tohmetbarkirin.

Cezayên Amerîkayê çend kompaniyên Tirk yên wekî Arzu International û Dexias jî li xwe digre. Enqerê jî heta niha di derbarê cezayan de ti daxuyanî nedaye.

Amerîkayê berî niha du caran hişyarî dabû Tirkiyê ku pabendî dorpêça li dijî Rusyayê be û ji bo hişyarkirina Tirkiyê di meha Sibata borî de ji Wezareta Gencîneyê û Darayî ya Amerîkayê berpirsekî pilebilind serdana Enqere û Stenbolê kiribû.