Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke Îmarata Erebî kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 13ê Nîsana 2023an pêşwazî li şandeke Îmarata Erebî ya bi serokatiya Cîgirê Wezîrê Karûbarên Encûmena Wezîran Ebdulah Nasir Lotah kir.

Di civînê de behsa pêwendiyên dostane û taybet ên di navbera Herêma Kurdistanê û Îmarat de hat kirin. Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî spasî û pêzanîna Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo Cîgirê Serok û Cîgirê Serokê Îmaratê Şêx Mihemed Bin Zayid û Şêx Mihemed Bin Reşid nîşan da ji bo piştgiriya wan a berdewam ji Herêma Kurdistanê re.

Cîgirê Wezîrê Karûbarê Encûmena Wezîran a Îmaratê kêfxweşiya xwe ya ji bo serdana Herêma Kurdistanê nîşan da û tekezî li wê kir ku Herêma Kurdistanê li cem serkirdayetiya Îmaratê xwedî cihekî taybet e û amadehiya welatê xwe ji bo hemû hevkarî û hevahengiya ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê dubare kir.