Li Semsûrê bi hêza 4,3 pileyan erd hejiya

Li navçeya Sîncîk a ser bi parêzgeha Semsûrê di demjimêr 16:26 xulekan de bi hêza 4,3 pileyan li ser pîvera Richterê erdhejekê rû da.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li navçeya Sîncîk a ser bi parêzgeha Semsûrê di demjimêr 16:26 xulekan de bi hêza 4,3 pileyan li ser pîvera Richterê erdhejekê rû da.

Serokatiya Rêvebirina Rewşa Bilez û Karesatan (AFAD) li ser malpera xwe ragihand, erdhejeke bi hêza 4,3 pileyan rû da û navenda wê navçeya navçeya Sîncîk a Semsûrê bû.

Herwiha eşkere kiriye ku erdhej di demjimêr 16:26 xulekan de û 7 kîlometre di bin erdê de pêk hatiye.

Piştî erdhejên wêranker 6ê Sibata 2023an li Mereşê ku di encamê de zêdetirî 50 hezar kesan canê xwe ji dest dan, heta niha zêdetir 17 hezar paşlerze rû dane.