Nêçîrvan Barzanî: Statuya Herêma Kurdistanê berhema xebata şehîdên gelê Kurdistanê ye

“Statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê berhema xebat û têkoşîn û bi sedan hezaran şehîdên tawanên hovane yên weke; Enfal, kîmyabaran û qurbanîdana gelê Kurdistanê ye.”

Hewlêr (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di bîranîna 35 saliya tawanên Enfalê de peyamek belav kir û tê de ragihand: “Divê Hikûmeta Iraqê kesûkarên enfalkiriyan, di hemû waran de qerebû bike û biryara Dadgeha Bilind a Tawanan a Iraqê ku, Enfal wek jenosîd, tawana dijî mirovatiyê û tawana cengê nas kiriye, cîbicî bike.”

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de diyar kiriye: “Statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê berhema xebat û têkoşîn û bi sedan hezaran şehîdên tawanên hovane yên weke; Enfal, kîmyabaran û qurbanîdana gelê Kurdistanê ye.”

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê wiha ye:

Îro di bîranîna 35 saliya tawanên Enfalê de ku, rejîma berê ya Iraqê li sala 1988ê li dijî xelk û axa Kurdistanê encam da, em bi rêz û hurmet zêdetir ji 182 hezar şehîdên Enfalê bi bî tînin, bejna xwe li hember canê wan yê pak da ditewînin û silav li malbat û kesûkarên wan yên serbilind bin.

Bi vê minasibetê em dupat dikin ku divê Hikûmeta Iraqê kesûkarên enfalkiriyan, di hemû waran da, qerebû bike û biryara Dadgeha Bilind a Tawanan a Iraqê ku, Enfal wek jenosîd, tawana dijî mirovatiyê û tawana cengê nas kiriye, cîbicî bike. Li Herêma Kurdistanê jî divê baştir xizmeta wan bê kirin û zêdetir girîngî pê bê dayîn.

Statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê berhema xebat û têkoşîn û bi sedan hezaran şehîdên tawanên hovane yên weke; Enfal, kîmyabaran û qurbanîdana gelê Kurdistanê ye. Her di vê bîranînê da, da bi yekrêzî, biratî û karên hevbeş bo parastina destkeftî û mafên xwe, hurmetê li can û yada şehîdan bigrîn. Herwisa divê em hemû hewlên xwe bidin ji bo ku Enfal di qada navneteweyî da zêdetir weke jenosîd bê naskirin û li tu cihekî cîhanê tawaneke wisa dubare nebe.

Silav li ser giyanê şehîdan be.

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

14.04.2023