Erdogan li Diyarbekirê bal kişand ser polîtîkayên ewlekariyê

Namzetê Serokomarî yê Tifaqa Cumhur, Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê Ak-Partiyê û Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan, li Diyarbekirê gotarek pêşkêş kir.

Diyarbekir (K24) - Namzetê Serokomarî yê Tifaqa Cumhur, Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê Ak-Partiyê û Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan, li Diyarbekirê gotarek pêşkêş kir û ji welatiyên li Diyarbekirê, di hilbijartinên 14’ê Gulanê de; daxwaza piştgiriyê kir.

Serokomarê Tirkiyê da zanîn ku Pêvajoya Aştî û Çareseriyê jî ji ber polîtîkayên xelet yên HDPê û PKKê têkçûye û ragihand ku ew amadene ku bi hemû aliyan re bi hevkarî, bi nûnertiya 81 milyon welatiyên li Tirkiyê re; Destûreke Bingehîn ya nû çêbikin ku sivîl û demokratik be.

Erdogan di gotarên xwe de, anî ziman ku di serdema desthilatdariya wî de, cudagirtin û neheqiyên ku ji ber nasnameya Kurd dihatin kirin êdî nemane û kî ku neheqiyên ji ber nasnameya Kurd bike, dê yekem helwest ji wî bibîne. Namzetê Serokomarî yê Tifaqa Cumhur Erdogan, axaftina xwe bi rexne li polîtîkayên Partiya Demokratîk a Gelan HDPê girtinê berdewam kir û got  ku HDP piştgiriya PKKê dike û li Diyarbekirê û heremê bûne sedema têkçûn û kavilbûnan.

Erdogan, di berdewamiya gotara  xwe ya li Diyarbekirê de, piştî ku behsa ramedan û projeyên geşepêdanê yên aborî kir ku heta niha hatine kirine û dê bikin kir; zêdetir axaftinên xwe li ser polîtîkayên ewlekarîyê pêşkêş kir û anî ziman ku bi saya wan polîtîkayên ewlekariyê  Diyarbekir ji kiryarên terorî hatiye paqijkirin.

Di mîtîngê de, Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad Huda-Parê Zekeriya Yapicioglû, Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest MHPê Devlet Bahçelî û pêkhateyên tifaqa Cuhmur jî amade bûn û Zekeriya Yapicioglû û Bahçelî jî jî gotar pêşkêş kirin.

Hêjayî gotinê ye ku Serokê MHPê Devet Bahçelî piştî 12 salan yekem car li Diyarbekirê gotarekî pêşkêş kir. Piştî axafitnên siyasî, vekirina çendîn projeyên ku xilas bûne û destpê dikin ji aliyê Erdogan ve hatin kirin.