Li Wanê bi hêza 4.0 erd hejiya

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarokê Çaldêranê yê ser bi Wanê ve di demjimêr 7:00 de bi hêza 4.0 pileyan li ser pîvera Richterê, erdhejekê rû da.

Serokatiya Rêvebirina Rewşa Bilez û Karesatan (AFAD) li ser malpera xwe ragihand, erdhejeke bi hêza 4.0 pileyan rû da û navenda wê bajarokê Çaldêranê bû.

Hat diyarkirin ku erdhej 7 kîlometre di bin erdê de pêk hatiye.

Piştî erdhejên wêranker ên 6ê Sibata 2023an li Mereşê ku di encamê de zêdetirî 50 hezar kesan canê xwe ji dest dan, zêdetir 17 hezar paşlerze rû dane.