Dengdêrên bêbiryar reşbîn in ku di hilbijartinan de xwedî bandor bin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hemû xebatên hilbijartinê bi hemû gurbûna xwe berdewam dikin. Lê hê jî dengdêrên bêbiryar nehatine serxwextkirin û reşbîn in ku dengdêrên bêbiryar dê xwedî bandor bin di encamên hilbijartinan de.

Tirkiye di serdemeke wisa de diçe hilbijartinan ku hem ji aliyê aborî ve hem jî ji aliyê siyasî şikesten mezin hene. Hemû bangeşeyên namzed û partiyên siyasî jî li ser dirûstkirina rewşa aborî û dawîlêanîna rakêşiyen siyasî têne amadekirin. Gelo hilbijêrên bê biryar û alîgir çiqas bi hêvî nê ku wê di encama hilbijartinan de ev kêşeyên sereke bêne çareserkirin û aliyên daxwaza gûherînê dikin ji çi nerzanîne ku doza gûherîna desthilatê dikin?

Welatiyê Malnişîn Farûk Samay: “Hîç tiştek ne diyar e û hê jî bê biryar im. Hîç keseke tiştekî waed nake. Heta rûdinin se wî qoltixî piştî rûniştin hîç tiştek nagûhere. Êdî baweriya min nemaye û hê jî kesekî nikare bêbiryariya min bigûherîne. Rewşa welêt jî li holê ye em jî di di nava neçariyekê de ne. Ya bixêr be.”

Ajokarekî Teksiyê: “Walla ez niha nikarim hîç tiştekî bejim, ji ber ku gotin nîn e em bêjin Tirkiye gelek tevlîhev e. Ez bê biryar im û ya bi xêr.”

Dengdêrên alîgir yên partiyên siyasî jî reş bînin ji dahatûyê, lê ji neçarî be jî her yek ji wan xwedî çîrokekê ye û ew dibêjin ew ê li gorî çîroka xwe dengê xwe bidin.

Welatiyê Kurd Ahmet Korkmaz: “Kesekî ku parlamenter be û ji bo xelqê xwe kar kiribe min nedîtihye. Lê em alîgirên HDPê ne û Selahattîn Demirtaş çi bêje em ê jî wê bikin.”

Ajokarê Taksiyê İlyas Kaya: “Ez vekirî dibêjim di çavê min de kesê ji bilî Erdogan derew e. Hemû waedên Kiliçdaroglu derew in. Îmamoglu malik li Stenbolê mîrad kir.”

Welatiyê Kurd Şevket Ulug: “Em Kurd in ya me HDP ye niha HDP ji navê vedikişe em bidin CHPê. Me hemû gundê xwe barkiriye hatine vê derê xebatê ketine bin zilme. Bi hêvî me wê CHP qezenç bike.”

Li gorî encamên rapirsînan jî piraniya dengdêran çi bê biryar û çi jî rexgirekî tund her kî bibe ji desthilata nû daxwazê dikin aramiyê bîne welêt û dawî li şer û pevçûnan bÎne.

Di hilbijartinên 24ê Gûlana 2023an de wê li Tirkiyê 60 milyon û 697 hezar û 843 kes herin ser sindoqan û dengê xwe bidin ji bo çarenûsa Tirkiyê. Lê hê jî ji sedî 10ê dengêran bê biryar in yanî ev jî dike 6 milyon kes.