Kaftancioglu: Êrîş li buroya hilbijartinê ya CHPê hat kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî êrîşa çekdarî ya di hefteyên borî de li ser Serokatiya Bajarê Stenbolê ya CHPê, li dijî buroya hilbijartinê ya Navçeya Ataşehir Ornek jî êrîşek hat kirin.

Seroka Şaxa CHPê ya Stenbolê Canan Kaftancioglu diyar kir, li navçeya Ataşehir a Stenbolê çend kesan êrîşî nûnertiya CHPê kirin û gule berdan û wêneya Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu jî şikandin.

Kaftancioglu da zanîn ku guleyan guleyên vala ne û li ser wêneyê Kalçdaroglu navê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û kurtenivîsên AKP'ê hatine nivîsandin.

Kaftancioglu xwest di zûtirîn dem de êrîşker bên girtin û derbarê bûyerê de lêpirsîn bê vekirin.