Sitûnên Girê Teyrêreş a li Semsûrê di erdhejê de rûxiyane

Erdhejên 6ê Sibatê bûn sedem ku berhemên dîrokî jî zirarê bibînin ku yek ji sitûnên ser Girê Teyrê Reş ê Semsûrê rûxiyaye.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Erdhejên 6ê Sibatê bûn sedem ku berhemên dîrokî jî zirarê bibînin ku yek ji sitûnên ser Girê Teyrê Reş ê Semsûrê rûxiyaye. Girê Teyrêreş ji aliyê Qraliya Komagene ya Kurdan ve hatiye çêkirin û di warê geşt û guzariyê de bo Semsûrê çavkaniyek girîng e.

Girê Teyrêreş a ku li navçeya Kolik a Semsûrê ye ji aliyê Dewleta Komagene ya Kurdan  ve beriya 2 hezar salan hatiye çêkirin, bi berhevkirina keviran heta 20 metreyî gir hatiye bilindkirin.

Ev gir ji aliyê Qralê Komagene Mîthrîdates ve hatiye çêkirin ku wateya navê wî jî “kesê ji aliyê mîtras ve hatiye dayîn” e. Teybetmendiya vî girî ew e ku goristan e û  ji bo gorên  jinên endamên malbata serkirdeyên Dewleta Komagene ne hatiye çêkirin. Her wiha jê re Tumulusa Teyrêreş jî tê gotin. Li ser vî girî 4 sitûn hene ku sitûna yekem Sitûna Bi Qertel e. Li ser vî sitûnî peykerê qertelê heye û navê xwe jî ji vî peykerî distîne.

Dîrokzan û nivîskar Mustafa Coşkun ji K24ê re diyar kir: “Li vê derê 4 sitûn hene. Ev der ji mezarên kulfetê Qralê Komagene pêk tê. 2 hezar sal in ev sitûn hene. Di dîroka Komagene de cihê vî girî gelek girîng e.”

Li ser Girê Teyrêreş li aliyê rojava Sitûna Desthevdanê heye bilindahîya vî sitûnî 10 metre ye ku di erdheja 6ê Sibatê de ruxiya ye. Li ser vî sitûnî jî peykerê qralê dûyem mîthrîdates û xwişka laodîke heye ku dest dane hev.

Mustafa Coşkun diyar kir: “Ev sitûn, sitûna desthevdanê ye. Mîtrîdates û xwişka wî laodîke li ser vî sitûnî hatine xêzkirin. Dest dane hev. Di erdhejê de ev sitûn rûxiya. Temenê vê sitûnê 2043 sal bûn”

Li rojhilatê Girê Teyrêreş jî 2 sitûn li cem hev inku bilindahiya wan jî 10 metre ye, li ser sitûnekî peykerê conega heye û li ser sitûnekî jî peykerî şêr heye ku peykerê conega dimîne lê serê wê jê vebuye û peykerê şêr jî ne li cihê xwe ye.

Girê Teyrêreş di lîsteya  UNESCOyê ya Mîrateya Çandî a cîhanî de cih digire û Wezareta Çand û Geştiyariya Tirkiyeyê jî da zanîn ku dê Sitûna Desthevdanê were restorekirin.