Pirsa Kurdî û şerê PKKê rojeva germ a hilbijartinên Tirkiyê ye

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Heta şikestina Pêvjoya Çareseriyê, di hemû hilbijartinên Tirkiyeyê de, aliyê ku bi siyaseteka lîberal soza çareserkirina pirsa Kurdî dida, AK-Partî bû. Aliyê ku li dijî vê derdiket jî CHP bû. Lê ev sê hilbijartin in naveroka bangeşeyan berêûvajî vê yekê bûye û di vê hilbijartinê de, namzedê tifaqa Cumhur Recep Tayyip Erdogan da ku dengdêrên Tirk ji Kiliçdaroglu bêzar bike, wê bangeşeyê dike ku eger Kiliçdaroglu bê ser deshilatê, dê Rêberê PKKê Abdullah Ocalan azad bike. Kiliçdaroglu jî bi peyamên aştî û demokrasiyê dixwaze dilê dengdêrên Kurd xweş bike.

Pirsa Kurdî û mijara şerê PKKê, bûne rojeva germ û hevbeş a bangeşeya her du hevrikên sereke yên hilbijartinên Tirkiyê, Recep Tayyîp Erdogan û Kemal Kiliçdaroglu ne.

Ji aliyekî ve namzedê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu bi sozên çareserkirina kurdî û peyamên aştî û demokrasiyê dixwaze, dilê dengdêrên kurd xweş bike, ji aliyekî din ve jî namzedê Hevpeymaniya Cumhurê Recep Tayyîp Erdogan da ku dengdêrên Tirk ji Kemal Kiliçdaroglu tûre bike, wê bangeşeyê dike ku heke Kiliçdaroglu bê ser deshilatê, dê Rêberê PKKê Abdullah Ocalan azad bike.

Ev bangeşeya hestiyar, di mitîngên her du hevrikan gelek caran eşkere dibe.

Kiliçdaroglu di mitînga xwe ya li Qersê de ragihand, heke ew bên ser deshilatê dê demokrasî û aştiyê serwer bikin û dawî bi siyaseta qeyyûman bînin.

Erdogan jî li ser şerê li dijî PKKê, tîrên rexneyên xwe dibe ser hevrikê xwe yê sereke û wê bangeşeyê dike ku berpirsên PKKê yên li Qendîlê piştgiriya Kiliçdaroglu dikin.

Heta şikestina Pêvjoya Çareseriyê, di hemû hilbijartinên Tirkiyeyê de aliyê ku bi siyaseteka lîberal soza çareserkirina pirsa Kurdî û demokrasiyê dida AK-Partî bû, aliyê ku li dijî vê derdiket jî CHP bû. Lê ev sê hilbijartin in keşûhewaya siyasî û naveroka bangeşeyan berevajî vê yekê bûye. Digel vê yekê jî AK-Partî her çende di hilbijartina borî du şaredariyên xwe yên herî mezin Stenbol û Enqereyê ji dest dabe jî, karî desthilata xwe ya 20 salan heta niha biparêze.