Li Bakurê Kurdistanê amadekariyên hilbijartinên 14ê Gulanê

Pêvajoya bangeşeya hilbijartinên 14ê Gulanê berdewam e û ji bo ku bandorê li dengderan bikin û bala wan bikêşin partiyên siyasî hemû cure bangeşeyan bi kar tînin.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Pêvajoya bangeşeya hilbijartinên 14ê Gulanê berdewam e û ji bo ku bandorê li dengderan bikin û bala wan bikêşin partiyên siyasî hemû cure bangeşeyan bi kar tînin, lê pispor balê dikêşin ku dengderên ku biryara xwe dabin namînin bin bandora bangeşeyan de.

Namzedên Serokomariyê û namzedên parlementeriyê, ji bo ku bala dengderan bikêşin bangeşeyên xwe didomînin û hemu qadên jiyanê bi kar tînin û hilbijartin jî nêzîk dibin. Gelo rêbazên cuda yên bangeşeyê dikarin bandorê li dengderan bikin an ne, gelo projeyên namzedan dikarin biryara dengderan bidin guherîn an ne. Derbarê vê mijarê de dengderên Bakurê Kurdistanê yên ku biryara xwe dane dibêjin bangeşî çiqas cawaz be jî, proje çiqas xurt be jî nikarin biryarên wan bidin guherîn.

Welatiyekî ji K24ê re diyar kir: “Biryara min teqez e, ez bawer nakim ku nêzîkî hilbijartinê biryara min were guherîn. Propaganda bandorê li ser millet nake.”

Welatiyekî din jî destnîşan kir: “Min biryara xwe di zikê xwe de daye û ew biryar nayê guherîn.”

Herwiha welatiyek jî dibêje: “Biryara min niha çi be dê di roja hilbijartinê 14ê Gulanê de jî ew be û nayê guherîn.”

Derbarê bandora bangeşî û projeyan ser biryara dengderan de akademîsyen jî balê dikêşin ku helwesta dengderên Bakurê Kurdistan û Rojavayê Tirkiyeyê ji hev cuda ne û dengderên Bakurê Kurdistanê li gorî hestên xwe tevdigerin.

Berdevkê Hewla Çaksazî û Çavdêriya Perwerdehiya Diyarbekirê Azîz Yagan ji K24ê re diyar kir: “Li herêma me dengder li gorî hestên xwe biryarê didin. Li gorî aqil û zanistê tevnagerin. Ji ber wê jî bangeşî û rêbazên bnageşiyê nayên nîqaşkirin. Nayê nêrîn ku rewşa perwerdehiyê çawa ye, rewşa perwerdehiya zimanê zikmakî çawa ye. Tenê îxtîmal heye ku nifşê nû yê cara yekem dê deng bidin nîqaşa vê yekê bikin. Lê pirraniya dengderan wisa tevnagerin.”

Pispor di wê baweriyê de ne ku bangeşî û proje li gorî dengderên Bakurê Kurdistanê bêhtir bandorê li dengderên rojavayê Tirkiyeyê dikin, sedem jî polîtîzebûn û pirsa Kurd e.