Li Pêncwênê di encama teqîna mayînekê de kesekî canê xwe ji dest da

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Qezaya Pêncwênê ya li rojhilatê Silêmaniyê di encama teqîna mayînekê de kesekî canê xwe ji dest da û kesek jî bi giranî birîndar bû.

Qaymeqamê Qezaya Pêncwênê Zana Rehman ji K24ê re ragihand, ew her du kes ji bo komkirina giyayên biharê çûne çiyayan û li nêzîkî gundê Kanî Mange mînek teqiya, di encamê de yek ji wan canê xwe ji dest da û yê din jî bi giranî birîndar bû.

Di encama şerê heşt salan ê di navbera Iraq û Îranê de, gelek navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê bi mîn û bombeyan hatine çandin.

Hîn gelek navçe ji mayînan nehatine paqijkirin, gelek caran jî bi welatiyên sivîl de diteqin û ew dibin qurbanî.