Beriya encamdana hilbijartinan li Tirkiyê Putin piştgiriya Erdogan dike

Rûsya di hilbijartinên Tirkiyê de piştevaniya Recep Tayyip Erdogan dike.

Hewlêr (K24) – Rûsya di hilbijartinên Tirkiyê de piştevaniya Recep Tayyip Erdogan dike.

Serokê Rûsyayê  Vladimir Putin di dema vekirina binkeyeke atomî de li Tirkiyê, ragihand ku Rûsya di hilbijartinan de ji bo ku cardin bibe serokomar, piştgiriya Erdogan dike.

Vladimir Putin diyar kir, vekirina vê binkeya atomî, sûda wê ya aboriyê ji bo herdu welatan dibe û alîkar dibe ji bo bihêzkirina hevahengiyên navbera herdu welatan.

Roja 10ê Adara 2023an, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li Koşka Komarî ya li Enqerê, biryara encamdana hilbijartinan di 14ê Gulana 2023an de, îmze kir.