Tifaqa Ked û Azadiyê biryara xwe ya piştgiriya bo Kiliçdaroglu ragihand

Tifaqa Ked û Azadiyê li ser hilbijartinên 14ê Gulanê yên serokomariya Tirkiyê û parlamentoyê, biryara xwe eşkere kir, ku di hilbijartinan de piştgiriya Kemal Kiliçdaroglu dikin.

Navenda Nûçeyan (K24) - Tifaqa Ked û Azadiyê li ser hilbijartinên 14ê Gulanê yên serokomariya Tirkiyê û parlamentoyê, biryara xwe eşkere kir, ku di hilbijartinan de piştgiriya Kemal Kiliçdaroglu dikin.

Di daxuyaniya Tifaqa Ked û Azadiyê de hat diyarkirin: “Di nava şert û mercên krîza piralî ya civakî, aborî û siyasî de Tirkiye di nava hilbijartina herî girîng a dîroka xwe de ye. Gelên Tirkiyeyê li gel zor û zehmetiyên vê krîza piralî, li gel zexta siyasî û şert û mercên newekhev ên propagandayê, têkoşîna xwe ya ji bo rizgarkirina paşerojê di dengdana 14ê Gulanê de dixwaze bi ser bixîne. Kevneşopiya gelên Tirkiyeyê û bindestan heta niha li hemberî feraseta faşîst û otorîter rêya berxwedanê û serketinê hîn kiriye û birêxistin kiriye.”

Tifaqa Ked û Azadiyê diyar kiriye: “Weke ku tê zanîn, şoreşger, demokrat û bindestên gelên Tirkiyeyê bi navê Tifaqa Ked û Demokrasiyê de li hev kom bûne. Me biryar dan ku di hilbijartinên Serokkomariyê de namzet nîşan nedin û di hilbijartinên parlamentê de jî di bin sîwana tifaqê de tevlî bibin.”

Herwiha eşkere dike: “Di vê pêvajoya diyarker a siyaseta Tirkiyeyê de hem ji bo bicihanîna wezîfeya xwe ya dîrokî, hem jî ji bo paşeroja nifşên nû, me biryar dan ku berpirsyariya xwe bi cih bînin. Di vê çarçoveyê de di hilbijartinên serokkomariyê yên 14ê Gulana 2023an de me biryar dan ku piştgiriyê bidin Kemal Kiliçdaroglu û em vê biryara xwe bi raya giştî re parve dikin.”

Tifaqa Ked û Azadiyê  diyar dike: “Em bang dikin ku di hilbijartinên parlamenteriye de dengê xwe bidin Tifaqa Ked û Azadiyê, di hilbijartinên Serokomariyê de jî dengê xwe bidin Kemal Kiliçdaroglu."