Bi nêzîkbûna hilbijartinan re êrîşên li dijî kurdan zêde dibin

kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Bi nêzîkbûna hilbijartinan li çar havîrdorê Tirkiyê operasyonên li dijî Kurdan dest pê kirin. Her roj li her bajarekî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê rojnamger, hunermend û siyasetmedarên Kurd têne girtin. Kurdên ku bi boneya bangeşeya hilbijartinê derketine qadan diyar dikin bi van kiryaran çavê wan natirse û ew ê doza azadiya xwe berdewam bikin.

Bi nêzîkbûna hilbijartinê re li aliyekî binçavkirin û girtin li aliyê din jî êrîşên li ser Kurdan ên bi rêya bangên nîjadî zêde dibin. Ligel ku Kurd bi awayekî vekirî wê piştgiriya Kiliçdaroglu bikin jî li hember wan kiryaran eniya Hevpeymaniya Gel bêdengiya xwe diparêze. Lê Kurdên ku wê dengê xwe bidin Kiliçdaroglu digel herbêdengiyê jî dibêjin; em azadî û serbesityê û rakirina zilma li ser Kurdan dixwazin.

Dayika Kurd Emîne Arslan: “Daxwaza me ew e ku em di vê hilbijartinê de bi ser bikevin û em azadiyê binîn. Em heps û zindana azad bikin. Em zimanê xwe dixwazin. Zimanê me nemaye hemû zarokên me hatine pişaftin. Pirê wan bi Kurdî nizanin.”

Dayika Kurd Netîce: “Berî niha hatin û ji bo vê pêşiya min girtin û gotin derxe. Min jî got ez dernaxim. Ew şerefa min e rengê minê hûn nikarin ji min bigirin. Em berxwe bidein jiyana xwe berdewam bikin. Em bibêjin her bijî û em hene.”

Welatiyên Kurd bêdengiya eniya Hevpeymaniya Gel wekî rûdaneke ji rêzê dibînin û diyar dikin; dermanê tirsê nîn e ew bêdeng bin jî em ê li pey doza azadiya xwe herin. 

Kurdên ku li bajarê Stenbolê derketine qadan û bi bangaşeyên hilbijartinê tevlî coşê dibin, di wê baweriyê de ne ku her çiqas desthilat zilmê bike û eniya muxalefetê çavê xwe li vê yekê bigire û nebîne jî, Kurd bi dengên xwe aktorên serekene ku wê di hilbijartinan de mohra xwe li serdema nû ya Tirkiyê bixin.