Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke Almanî dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 3ê Gulana 2023an pêşwazî li şandeke Almanî kir ku ji Cîgirê Wezîrê Dewletê bo Hevkarî û Geşepêdana Aborî Jochen Flasbart û Cîgirê Wezîrê Dewletê bo Karûbarên Darayî Werner Gatzer pêk hatibû.

Di hevdîtinê de ku Balyozê Almanyayê li Iraqê û Konsulê Giştî yê Almanyayê li Hewlêrê jî amade bûn, behsa geşepêdana pêwendiyên di navbera Almanya û Herêma Kurdistanê de û çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de hatin kirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî xweşhaliya xwe ji bo piştevaniya Almanya bo Herêma Kurdistanê bi taybetî di şerê li dijî terorîstên DAIŞê û jenosîdnasandina komkujiya êzidiyan de nîşan da. Herwiha daxwaza Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo pêşxistina pêwendiyên ligel Almanyayê di hemû waran de dubare kir.

Her wiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekezî li ser giringiya ecamdan hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê îsal di dema xwe de kir.

Çaksaziyên Kabîneya Nehem, bi taybetî dîjîtalkirina xizmetguzariyên giştî, rewşa kampên koçber û penaberan, rêxweşkirin li ber vegera wan a bi arazûmendane, giringiya cîbicîkirina rêkeftina Şingalê û bandorên neyînî yên guherîna keşûhewayê, çend mijarên din ên hevdîtinê bûn.