Bi dronan êrîşî Koşka Serokatiya Rûsyayê hat kirin

Kremlîn dibêje, Ukraynayê ew êrîş encam daye û "Putin bi silamet e".

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi dronan êrîşî Koşka Serokatiya Rûsyayê hat kirin û Kremlîn dibêje, Ukraynayê ew êrîş encam daye û "Putin bi silamet e".

Îro Çarşemê 3ê Nîsana 2023an, Koşka Serokatiya Rûsyayê (Kremlîn) di daxuyaniyekê de eşkere kir, bi dronan êrîşî Kremlînê hatiye kirin û armanca êrîşê kuştina Vladimir Putin bûye.

Li gor ragihandinê, "êrîşeke terorîstî bûye û ji aliyê Ukraynayê ve hatiye encamdan, lê belê ti ziyanek li Serokê Rûsyayê neketiye û bi silamet e".

Di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin, "di demeke guncaw de, em ê bersiva wê êrîşa terorîstî bidin".

Ev di demekê de ye ku Berpirsê Rêveberiya Serbazî ya Kherson yê ser bi hêzên Ukraynayê Oleksandr Prokudin ragihand, bi mebesta amadekariya ji bo destpêkirina operasyona kontrolkirina navçeya wan, ji êvara roja înê heta dema 58 demjimêran, qedexeya hatûçûnê hatiye ragihandin û ti kes nikare li cadeyan hatûçûnê bike.

Amadekariyên artêşa Ukraynayê ji bo êrîşa berevajî hatine zêdekirin û lîwayên beşdarên operasyonê ketine amadebaşiyê, li gor pêşbîniyan, di çend hefteyên bê de dê dest pê bike.