Rapirsî: Stenbol dê encamên hilbijartinan diyar bike

Li gorî encamên rapirsiyan aliyê ku li Stenbolê bi ser bikeve wê di hilbijartinên 14ê Gulana 2023an de li hemû Tirkiyê bi ser bikeve.
kurdistan24.net

Stenbol (K24) - Li gorî encamên rapirsiyan aliyê ku li Stenbolê bi ser bikeve wê di hilbijartinên 14ê Gulana 2023an de li hemû Tirkiyê bi ser bikeve. Ji bo wê jî hemû partiyên siyasî li Stenbolê xebatên xwe yên bangeşaya hilbijartinê bê navber didomînin û hewl didin dengên xwe zêde bilkin.

Hemû hêzên hevpeymanî û partiyên siyasî navçe bi navçe tax bi tax û kolan bi kolan digerin û bangaşeya hilbijartinê dikin û ji bo hilbijartina 14ê Gulana 2023an di nava kayişkêşeneke bêhempa de ne ku her aliyek dengên xwe zêde bikin. Aktîvist û namzedên Partiya Çep ya Kesk radigihînin ew di hilbijartinê de helw didin 2 milyon dengan wergirin li Stenbolê. Ew dibêjin, ji ber dengdêrên ciwan û bi taybet jî nêzîkbûn û eleqeya Elewiyan jî hêviya bilindkirina dengên Partiya Çep ya Kesk zêde dike.

Namzedê YSPê Ozturk Turkdogan ji K24ê re diyar kir: “Li Stenbolê em ê vê carê 2 milyon dengan wergirin. Li herêma dûyemîn jî armanca me ew e em 6 parlamenteran derxin. Em li herêma Esenlerê bi Kurdî bangeşaya xwe dikin. Çi cihê em diçinê xelk ji me re daxwazên xwe dibêjin, ên li ser serbestiya zimanê Kurdî. Ez jî niha xwe fêrî Kurdî dikim.”

Ji eniya Hevpeymaniya Komarê jî peywirdarê HUDAPARê dide zanîn eleqeya xelkê bo bernameya wan ya hilbijartinê her diçe zêde dibe.

Peywirdarê HUDAPARê Omer Faruk ji K24ê re ragihand: “Baldariyeke mezin heye ji bo HUDAPARê. Dema ku baştir nas dikin jî bêhtir bi me re eleqedar dibin. Ji devê yekemîn em civakê agahdar dikin derbarê bernameya xwe ya hilbijartinê de ev yek jî dibe sedema kêfxweşiyekê.”

Ji eniya Hevpeymaniya Gel rêveberê Partiya Saadetê jî diyar dike em li pey edaletê ne. Xelk birçî ye. Di berîka kesî de pere nemaye. Herkes ji bo nîvnanekî dikeve rêzê. Ne eybe ku ev xelk hatiye vê radeyê. Ji bo wê em dixwazin herkes heqê xwe bistîne.

Rêveberê Partiya Saadetê Feyzûllah Karabûl diyar kir: “Niha xebatên me baş dimeşin. Em ê di vê hilbijartinê de bi ser bikevin. Pêywendiya me û ya dengdêran jî gelek baş e.  Em wekî Hevpeymaniya Gel hewld didin bibin hêza yekemîn li navçeya Uskudarê.”

Li bajarê Stenbolê 11 milyon û 351 hezar dengêr wê biçin ser sindoqan dengê xwe bi kar bînin ji bo çarenûsa nû ya Tirkiyê. Aliyê ku li Stenbolê jî dengê zêde wergire wê karibe li tevahiya Tirkiyê bi ser bikeve.