Firokeyên Tirkiyê gundekî li ser sînorê Amêdiyê bombebaran dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Firokeyên şer ên artêşa Tirkiyê gundê Sergele yê girêdayî qezaya Amêdiyê bomberdûman kir.

Li gorî zanyariyan, firokeyên Tirkiyê îro du caran gundê Sergele bombebaran kirin.

Heta niha ziyanên ku ji ber her du bombebaran çêbûne ne diyar in.

Di heyama du rojên dawî de ev cara duyem e ku firokeyên Tirkiyê navçeyên çiyayî yên Herêma Kurdistanê bombebaran dikin.