Rewangeh: 46 penaberên sûrî yên ji Libnanê hatine vegerandin hatine girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên ewlekariyê yên Sûriyê ji meha Nîsanê ve,  46 penaberên sûrî yên ji Libnanê hatine vegerandin girtine.

Ji meha borî artêşa Libnanê bi ser malên malbatên sûrî de li cihên curbicur ên li seranserî welêt de girtin û nêzîkî 60 penaberên ku bi awayekî neqanûnî derbas bûne yan jî dema kartên wan ên niştecihbûnê bi ser çûne, ber bi Sûriyê ve vegerandin.

Di vê derbarê de, Rêveberê Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan Ramî Ebdulrehman ji K24 re ragihand, hêzên ewlekariyê yên Sûriyê 46 penaberên vegerandî, girtin.

Libnan ji sala 2017an de, dest bi proseya vegerandina penaberan bo Sûriyê kiriye, di dema ku desthelata Libnanê dibêje proseya vegerê ne neçarî ye, Netewên Yekgirtî daxwaz ji Libnan dike proseyê rawestîne ji ber ku gelek ji penaberên vegeryayî rastî girtinê hatine.

Rêxistina Lêborînê ya Navdewletî (Amnesty) roja 25ê Nîsana borî bang li rayedarên Libnanî kir ku proseya dersînorkirinên penaberên sûrî rawestîne.

Cîgira Rêvebirê Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê di Amnesty International de Aya Meczob got: “Ew gelekî xemgîn e ku artêş biryarê li ser çarenivîsa penaberan bide, bêyî ku rêzê li proseya rast bigire, yan rê bide kesên ku bi dersînorkirinê re rûbirû ne, dersînorkirina xwe li dadgehê îtîraz bikin an daxwaza parastinê bikin.”

Her wiha Aya Meczob got: “Nabe penaber ji bo cihekî ku jiyana wî lê di metirsiyê de be, bê vegerandin.”