Buldan: Me li ser hilbijartinan ti rêkeftineke nehênî bi Kiliçdaroglu re nekiriye

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan careke din banga eşkerekirin naveroka hevdîtina HDPê û berbijêrê Hevpeymaniya Millet bo postê Serokomariya Tirkiyeyê Kemal Kiliçdaroglu kir. Lê Hevseroka HDPê Perwîn Buldanê red dike ku di navbera wan û Kiliçdaroglu de rêkeftineke nehênî hebe û armanca wan a sereke rakirina Erdogan ji ser desthilatê ye.

Serokomarê Tirkiyeyê û namzedê Hevpeymaniya Cumhur bo postê serokomariya Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di çarçoveya bangeşeyên hilbijartinê de li civîna girseyî ya partiya xwe de axivî û tîrên rexneyên xwe birin ser HDP û hevrikê xwe yê sereke di hilbijartinan de Kemal Kiliçdaroglu.

Erdogan di wê baweriyê de ye ku di navbera HDPê û Kiliçdaroglu de rêkeftineke nehênî heye û dixwaze ew rêkeftin were eşkerekirin.

Erdogan got: “Kemal Kiliçdaroglu sozên metirsîdar dane baskê siyasî yê PKKê. Kiliçdaroglu bo çi eşkere nake ku bi HDPê re li ser çi rêkeftiye.”

Erdogan ev daxwaz ji Kiliçdaroglu kir, lê bersiv ji HDPê hat. Heveroka HDPê Perwîn Buldanê diyar kir ku, wan ti rêkeftinên nehênî bi Hevpeymaniya Millet re nekirine û armanca wan a sereke ya ji vê rêkeftinê, rakirina Erdogan ji ser desthilatê ye.

Buldan got: “Dibêjin di navbera HDPê û Hevpeymnaiya Millet de li pişt deriyan bazareke kirêt hatiye kirin. HDP ti carî û li ti cihî li pişt deriyan bazarên kirêt nekiriye û nake. Me çi kiribe bi zelalî kiriye. Dema dîtin li ser deshilatê namînin, careke din dest bi buxatanên li dijî HDPê kirin. Daxwaza dengan ji welatiyan dikin. Lê em jî dibêjin divê AK Partî dawî were û Erdogan biçe.”

Hevdîtina ku Erdogan dixwaze naveroka wê were eşkerekirin, di 20ê Adarê de li Parlamentoya Tirkiyeyê hatibû kirin û piştî hevdîtinê Kiliçdaroglu soza çareserkirina pirsa Kurdî dabû. HDPê jî piştgiriya xwe bo namzediya Kiliçdaroglu ragihandibû.