Alîkarê Serokê Giştî yê HudaParê: Pirsgirêka Kurd bi temamî nehatiye çareserkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Alîkarê Serokê Giştî yê HudaParê Mahmût Şahîn ku di hilbijartinan de piştgirî dide Recep Tayyîp Erdogan, berûvajî daxuyaniya Erdogan radigihîne, pirsgirêka Kurd bi temamî çareser nebûye.

Alîkarê Serokê Giştî yê HudaParê Mahmût Şahîn ji K24ê re got, ji bo mafên nasname, zimanê dayikê, perwerdehî û destûra bingehîn, divê gavên cidî bên avêtin.

Şahîn got: “Erdogan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd gavên gelekî girîng avêtin, lê pirsgirêka Kurd bi temamî çareser nebûye.”

Her wiha got: “Em weke HudaParê di wê baweriyê de ne ku divê di mijara ziman, perwerde, nasname û gelek mafên din de gav bên avêtin û di destûrê de bêne misogerkirin.”