HAK-PARê di TRTê de bi Kurdî bangeşeya xwe kir: Em federasyonê dixwazin

Navenda Nûçeyan (K24) – HAKPARê tekane partiya Kurd a li Tirkiyê bangeşeya xwe ya hilbijartinê di televîzyona fermî ya Tirkiyê (TRT1) de bi zimanê Kurdî kir.

Di TRT1ê de axaftinên propagandaya partiyên siyasî dest pê kir. Li ser navê Partiya Maf û Azadiyan (HAKPAR), Cîgirê Serokê HAKPARê Arîf Sevînç bi Kurdî axivî û daxwaza dengan ji welatiyan kir.

Sevînçî got, ji bo sîstema federalî û naskirina mafên Kurdan di destûrê de, divê deng bi HAKPARê were dayîn.

Sevînç amaje bi wêraniya erdhejên navenda Mereşê kir û diyar kir ku ji bo kesên ku ji ber erdhejê koçber bûne vegerin malên xwe divê gavên pêwîst bên avêtin.

Sevînç diyar kir, Tirkiye ketiye pêvajoyeke nû ya hilbijartinê û diyar kir ku welatî di bin siya hilweşîna aborî de ne û got: “Divê em li koka vê pirsgirêkê bigerin. Çare çi ye? Wek HAK PARê, em her tim dibêjin, pirsgirêka Tirkiyê ya herî girîng, pirsgirêka Kurd e. Pirsgirêka Kurd di bingeha pirsgirêka aborî de ye.”

Sevînç got: “Damezrînerên Tirkiyê gotin ku em ê mafên Kurdan nas bikin, lê piştre hebûna neteweya Kurd înkar kirin. Ziman û çanda Kurdî qedexe kirin. Xwestin bi darê zorê Kurdan bihelînin bikin Tirk. Li dijî vê yekê Kurdbûn tiştekî xwezayî ye, mafên xwe xwestin. Dewlet li şûna ku mafên wan nas bike, ajote ser wan, şer û pevçûn çêbûn û heya îro hat.”

Sevînç, anî ziman ku di vê pêvajoyê de Kurdan gelek êş kişandin û anî ziman ku li Dêrsim, Zîlan û Amedê bi komkujiyên girseyî re rûbirû mane.

Sevînç destnîşan kir, Tirkiye ji ber vê pirsgirêkê nekariye bibe dewleteke demokratîkbûnê û got, ew ê dest ji daxwaza mafên demokratîk û rewa yên Kurdan bernede.

Sevînç anî ziman ku PKK li pêşiya tevgera Kurd a ku têkoşîna xwe bi rêyên demokratîk didomîne, girtiye û got, hêzên şovenîst û mîlîtarîst bi hinceta têkoşîna li dijî terorê û PKK'ê, ber xwe dan tevgera Kurd.