Li Amêdiyê nexweşxaneyeke nû tê avakirin

Li qezaya Amêdiyê xebatên avakirina nexweşxaneyeke nû didomin û ev projeya tendirustiyê yek ji projeyên stratejîk ên navçeyê ye.

Amêdî (K24) – Li qezaya Amêdiyê xebatên avakirina nexweşxaneyeke nû didomin û ev projeya tendirustiyê yek ji projeyên stratejîk ên navçeyê ye.

Nexweşxaneya niha ya Amêdiyê, avahiya wê biçûk e û rojane bi sedan kes serdana wê dikin, ji ber vê yekê pêwîstî bi avahiyeke nû ya berfireh hebû.

Rêveberê Nexweşxaneya Amêdiyê Dr. Îbrahîm Hesen ji Kurdistan24ê re diyar kir, ji ber tunebûna nexweşxaneyeke mezin li qezaya Amêdiyê, ew bi neçarî hinek nexweşên xwe dişînin parêzgeha Duhokê.

Ji bo çareserkirina vê girifta nişteciyên qezaya Amêdiyê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê nexweşxaneyeke nû ya bi 100 karyole ava dike, ku ev proje bi qasî 44 milyon dolaran tê cîbicîkirin.

Endezyarê nexweşxaneya nû ya Amêdiyê Ehmed Îzet ji Kurdistan24ê re diyar kir ku nexweşxane dê di 23ê Hezîrana 2023an de bi dawî bibe.