Ayhan Bîlgen: Opozîsyon nikare derbarê Pirsa Kurd de îradeyekê nîşan bide

Serokê Giştî yê Partiya Deng Ayhan Bîlgen ragihand, desthilat derbarê Pirsa Kurd de beriya niha çend gav avêtin, lê belê opozîsyon nikare îradeyeke ewqas jî nîşan bide.

Hewlêr (K24) – Serokê Giştî yê Partiya Deng Ayhan Bîlgen ragihand, desthilat derbarê Pirsa Kurd de beriya niha çend gav avêtin, kêmasî hebûn, lê wêrekiyek nîşan da û hewl da pirsgirêkê çareser bike, lê bi ser neket, lê belê opozîsyon nikare îradeyeke ewqas jî nîşan bide.

Ayhan Bîlgen li Enqerê bû mêvanê bernameya Kurdistan24ê û li ser helwesta Partiya Deng a derbarê hilbijartinan de diyar kir, ew piştevaniya rastiyê dikin û ew dixwazin pirsgirêk hemû bi awayekî eşkere werin gotûbêjkirin, kîjan alî bi awayekî zelal îradeya xwe nîşan bide, ew alîkariya wî dikin.

Bîlgen destnîşan kir, desthilat derbarê Pirsa Kurd de beriya niha çend gav avêtin, kêmasî hebûn, lê wêrekiyek nîşan da û hewl da pirsgirêkê çareser bike, lê bi ser neket, lê belê opozîsyon nikare îradeyeke ewqas jî nîşan bide, nikare gavên ku beriya niha desthilatê avêtine, ew jî biavêje.

Serokê Giştî yê Partiya Deng diyar kir, partiya wan beşdarî hilbijartinan nabe, mafê beşdarbûnê bi dest nexistiye, lê ew ê di gera duyem a hilbijartinan de kîjan alî ji bo Pirsa Kurd gav biavêje, ji bo destûreke demokratîk, ji bo aboriyê, ji bo aştiyeke navdewletî kîjan alî îradeya xwe nîşan bide, ew ê piştevaniya wî namzedê serokomariyê bikin.