Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke Encûmena Bazirganî ya Amerîka – Kurdistanê kir

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di pêşwazîkirina şanda Encûmena Bazirganî ya Amerîka – Kurdistanê de tekezî li ser wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê hemû erk û pabendiyên xwe di çarçoveya destûr û rêkeftinan de cîbicî kiriye û daxwaz dike ku Hikûmeta Iraqê jî mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê binpê neke.

Îro sêşemê 9ê Gulana 2023an, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke Encûmena Bazirganî ya Amerîka – Kurdistanê kir.

Di destpêka civînê de Serokê Encûmenê David Tafuri kurteyek derbarê armanca serdana xwe û pêkhateya şandê pêşkêş kir û amadebûna xwe ji bo pêşvebirin kar û veberhênanên xwe li Herêma Kurdistanê nîşan da.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ronahî xiste ser guherîn û pêşhateyên herî dawî yên Herêma Kurdistanê û pêwendiya ligel Hikûmeta Iraqê, amaje bi wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê hemû erk û pabendiyên xwe di çarçoveya destûr û rêkeftinan de cîbicî kiriye û daxwaz dike ku Hikûmeta Iraqê jî mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê binpê neke.

Mijareke din a civînê, li ser gotûbêjkirina rewşa pêkvejiyana aştiyane ya pêkhateyên Herêma Kurdistanê bû. Li ser vê mijarê, Serokwezîr pabendbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi kûrkirin û pêşvebirina kultura pêkvejiyana netewî û olî û azadiya olî û parastina mafên pêkhateyên cuda dubare kir.

Şanda Encûmena Bazirganî ya Amerîka – Kurdistanê pesnê çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê da, bi taybetî derbarê hêsankariya ji bo veberhêneran û dîjîtalkirina xizmetguzariyan û proseya vîzeya elektronîkê de.