Serokê Fraksiyona herî mezin a Parlamentoya Ewropayê bo K24: Em çavdêriya hilbijartinên Tirkiyê dikin

Bruksel (K24) – Serokê Partiya Gel a Ewropayê Manfred Weber ragihand, ew çavdêriya hilbijartinên Tirkiyê dikin.

Li ser pirsyara Peyamnêrê Kurdistan24ê, Serokê Partiya Gel a Ewropayê Mafred Weber ragihand, Parlamentoya Ewropayê çavdêriya temamê birêveçûna proseya hilbijartinên Tirkiyê dike.

Manfred Weber diyar kir, hilbjartin proseyeke demokrasiyê ye û ev proseya ku li Tirkiyê birêve diçe, ew bilind dinirxînin.

Fraksiyona Partiya Gel a Ewropayê, xwedî 176 kursiyên Parlamentoya Ewropayê ye, ku kursiyên Parlamentoya Ewropayê bi giştî 705 kursî ne.

Li Tirkiyê roja 14ê Gulana 2023an hilbijartinên serokomarî û parlamentoyê dê were encamdan.